Hemû mirovên li Swîsreyê xwediyê wî mafî ne ku sûdê wergirin ji xizmeta lêmiqatebûna tibî. Li navenda penaberan dema gazinên we yên ji tenduristiyê hebin, pêşî biçin cem Medic-Helpê.
Pêşî biçin cem doktorê malê
Li Swîsreyê doktorê/doktora malê yekem cih e ku mirov dema nexweşiyan û qezayan berê xwe didinê. Ew we derman dikin û heger pêwîst bike we hewaleyî doktorên pispor yan jî nexweşxaneyê dikin.
Heger doktorê malê nexweşê/nexweşa xwe û dîroka nexweşiyên wan nas bike, ew dikare wan çêtir derman bike. Ji ber vê yekê timî biçin heman doktora/doktorê malê.